Li Efrînê komên çekdar bi çekan serê hev kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku koma çekdar a bi navê Siqûr El Şemal û çekdarên koma El Hemzat û El Emşat careke din li bajarê Mabeta yê herêma Efrîna bi hev ketin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, şerê wan komên çekdar li nêzî gundê Gemrûk ê bajarê Mabetayê rû daye û bi çekên navîn û sivîk êrîşî hev kirine.
Herwiha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand kuçekdarên Cebhe El Şamiye tevgerên xwe li nêzî gundê Kefer Cenê yê bajarê Efrînê zêde kirine û xalên nû danîne.
SOHRê diyar kiriye ku îro sibehê li heman herêman, çekdaran bi çekên sivik û navîn li hev xistine ku ev alozî 21ê Îlonê piştî biryara hilweşandina koma Siqûr El Şemal derketiye.
Derbarê windayên komên çekdar de ti agahiyên zelal nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin