Çekdarên “Polîsên Leskerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê du welatî revandin

04 July 2022 14:01 0 dîtin
Çekdarên “Polîsên Leskerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê du welatî revandin

PeyamaKurd – Çekdarên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirkiyê li navçeya Şêrawa ya Efrînê 2 welatî revandin.

Ajansa Hawarê diyar kir, di 1ê Tîrmehê de ji navçeya Şêrawa ya Efrînê çekdarên “Polîsên Leşkerî” 2 welatiyên ji şêniyên gundê EynDarê, revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Hat zanîn, navên kesên hatine revandin wiha ne: Mesûd Izedîn Birîmo (53) û Seydo Reşad Elî (37).