Dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê êrîsî gundekî Zirganê kirin: 5 birîndar hene
PeyamaKurd – Dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê, di derengiya şevê de gundê Esediyê yê navçeya Zirganê topbaran kirin û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, di encama êrîşê de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.
Navê kesê birîndar wiha ne: Mehmûd El-Zahir (42 salî) Bera Mehmûd El -Zahir (16 salî) Nerges Mehmûd El-Zahir (15 salî) Şefak Mehmûd El-Zahir (9 salî) Xizmekî malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17 salî)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin