Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê 4 welatiyên din ji Efrînê revandin
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê, yek jê jin, 4 welatiyên din ji Efrînê revandin.
Malpera Efrîn Postê daye zanîn, çekdaran bi hincetên berê amadekirî jina bi navê Esmaa Ehmed Heyder ya ji gundê Kitix yê navçeya Mabata revand û birin cihekî ne diyar.
Hat eşkerekirin, çekdaran beriya vê du caran Esmaa revandibûn û di berdêla berdana wê de pere sitendibûn.
Herwiha 3 welatiyên din jî ji aliyê çekdaran ve ji navçeya Raco hatin revandin û çekdaran ew birin cihekî ne diyar .
Navên kesên hatine revandin wiha ne;
Behcet Ibrahîm yê 24 salî ji navçeya Raco.
Izet Ehnmed Hemo yê 70 salî ji gundê Dimilya ê navçeya Raco.
Reşîd Xelîl Sîdo yê 48 salî ji gundê Qoçman yê navçeya Raco.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin