MITa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê 3 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin

02 December 2021 11:22 0 dîtin
MITa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê 3 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin

PeyamaKurd – MITa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, 3 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, MITa Tirkiyê bi alîkariya polîsên leşkerî 2 welatiyên Kurd li gundê Quta yê ser bi bajarokê Bilibilê ve girtin.

Zanyarî didin zanîn, her du welatiyên ku hatine girtin Ebdulhenan Ceifer temen 54 salî û Mistefa Sîdo jî 55 salî ye.

Herwiha çekdarên ser bi Tirkiyê ve, girtin ser mala welatiya bi navê Tolîn Ibrahîm li navenda bajarê Efrînê.

Li gor zanyariyan Tolîn Ibrahîm ji aliyê çekdaran ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wê nediyar e.

Tolîn Ibrahîm li Encûmena Xwecihî ya bajarokê Mabata kar dikir.