Çekdarên girêdayî Tirkiyê 16 hemwelatiyên Kurd ji Efrînê revandin

22 November 2021 12:49 0 dîtin
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 16 hemwelatiyên Kurd ji Efrînê revandin

PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, 16 hemwelatiyên Kurd li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir: ‘‘Ew 16 hemwelatî, di vê hefteya borî de ji aliyên çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine revandin.’’

Li gor heman rêxistinê da zanîn: ‘‘Çekdarên ser bi Tirkiyê, 6 hemwelatiyên bi temen ên bi navên Samî Henan, Mihemed Hesen, Mihemed Hekîm, Hemed Kulîko, Necîb Halo û Neşet Kurdî li gundê Meimela Oşagî yê ser bi bajarokê Raco bi tometa parastvaniya li gundê xwe kirinê revandine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê yekê jî kir, ku çekdarên milîs ên Semerqend a ser bi Tirkiyê 3 hemwelatiyên bi navên Henan Îbrahîm, Hacî Murad Heso û Mesûd Osman jî li gundê Kefersefre ya ser bi Cindirês a Efrînê revandine.

Çekdarên milîs herwiha hejmareke hemwelatiyên din jî li navçeyên cuda yên Efrînê revandine ku li gor heman rêxistina Mafên Mirovan navên wan aşkera kiriye wiha ne: ‘‘Serbest Brêm, Mistefa Arif, Mihemed Ehmed, Faîq Ehmed, Ciwan Şêx Ehmed, Mihemed Ehmed û Hesen Şeiban.’’