Çekdarên girêdayî Tirkiyê ji bo azadkirina 9 ciwanên Kurdên Rojhilat merc danîn
PeyamaKurd - Malbatên 9 penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê ku havîna îsal ji aliyê Tirkiyê ve radestî komên cîhadî yên Sûriyê hatine kirin, 14ê Kanûnê li ber balyozxaneya Tirkiyê ya li Tehranê civiyabûn û banga berdana zarokên xwe kiribûn.
Piştî hewldanên malbatan Dengê Amerîka beşa Farisî ragihand ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve ji bo berdana wan 9 ciwanên di destê wan de ne, merc danîne û li beramberî berdana wan azadkirina girtiyên xwe ji destê rejîmê kirine.
Li gorî nûçeyê çekdaran gotiye, heger endamên wan ên di destê rejîmê de bêne berdan ew ê jî wan ciwanan berdin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, meha Tebaxa 2021ê, 9 ciwanên kurd yên ji Rojhilatê Kurdistanê ku dixwestin bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropa bibin, ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn girtin û piştre ew radestî komên cîhadî yên Sûrîyê hatibûn kirin.
Heta niha tenê carekê wan ciwanan pêwendî bi malbatên xwe re kirine.
Navê wan penaberên radestî komên çekdar hatine kirin; Behemen Şadrewan, Mesûd Heyderî, Seîd Ehmedî, Demawend Paksirişt, Efşar Rostemî, Hidayet Ruxzadî, Arman Reşîdî, Mubîn Weledbêgî, Ferdîn Derwîşpûr.
Hinek ji wan xelkê bajarê Serdeştê ne û hinek jî xelkê bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin