Çekdarên girêdayî Tirkiyê li Minbicê agirbest ragihand: Her du alî jî vedikisin
PeyamaKurd – Piştî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, lihevkirin û vekişîna ji Minbicê ragihand, îro 12ê Kanûnê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li bajarê Minbic’ê û derdora wê agirbest ragihandin û dorpêça ser bendava Tişrînê rakirin.
Komên çekdarên bi ser Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê (ANS) ve ku bi navê “Berbanga Azadiyê” operasyon li dijî HSDê li Minbicê û derdora wê dabûn destpêkirin agirbest ragihandin.
Hate ragihandin ku wê agirbest 4 rojan berdewam bike. Li gorî agirbestê, komên çekdar ji bendava Tişrînê û pira Qerekozakê vedikişin, Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê jî ji Minbicê vedikişe.
Hêjayî gotinê ye, çekdarên ANSyê bendava Tişrînê û pira Qerekozakê dorpêç kiribûn û metirsiya teqandina bendavê çêbûbû ava herêmê dabîn dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin