Efrîn | Endamekî ENKSê yê bi fîdyeyê hatibû berdan car din hat revandin
PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li navçeya Reco hat revandin.
Çavkaniyên ji Efrînê ragihandine ku koma çekdar a bi navê Cebhe El-Şamiyê ya bi ser Tirkiyê ve doh 29ê Çile endamekî ENKSê yê bi navê Xebat Mislim Bekir li gundê Kosa ya devera Medana ya navçeya Reco girtin.
Hatiye diyarkirin ku piştî çend demjimêran Xebat Mislim Bekir bo bajarê Efrînê hatiye veguhestin û niha ti agahî ji wî nehatine wergirtin.
Koma Cebhe El-Şamiyê di van demên dawî de gelek endamên ENKSê girtine, bêyî ku sedema girtina wan diyar bike.
Li gorî heman çavkaniyan Xebat Mislim Bekir beriya demekê hatibû girtin û piştî dayîna fidyeyê hatibû berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin