Macron li ser êrîsa Parîsê peyamek belav kir: Kurdên Fransayê bûne armanca êrîseke xayîn
PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron, li ser êrîşa çekdarî ya ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê peyamek belav kir û got, “Kurdên Fransayê li navenda Parîsê bûne armanca êrîşeke xayîn.”
Macron di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de dibêje: “Kurdên Fransayê, li navenda Parîsê bûne armanca êrîşeke xayîn. Hest û fikarên me ligel qurbaniyên êrîşê, malbat û hezkiriyên wan in. Ji ber wêrektî û xîreta wan spasiya hêzên me yên ewlekariyê dikim.”
Les Kurdes de France ont été la cible d’une odieuse attaque au cœur de Paris. Pensées aux victimes, aux personnes qui luttent pour vivre, à leurs familles et proches. Reconnaissance à nos forces de l’ordre pour leur courage et leur sang-froid.
— Emmanuel Macron (@EmmanuelMacron) December 23, 2022
Îro 23yê Kanûnê li taxa Saint Denis a paytexta Fransa Parîsê, li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, ji aliyê kesekî temenê wî li ser 60 saliyê ve, êrîşeke çekdarî hat kirin.
Li gorî medya Fransayê di encama gulebaranê de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin