Macron li ser rewsa Iraqê peyamek belav kir: Gelekî bi fikar im!

02 August 2022 15:03 0 dîtin
Macron li ser rewsa Iraqê peyamek belav kir: Gelekî bi fikar im!

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê rewşa dawî ya Iraqê de ku xwepêşandanên alîgirên Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê dewam dikin de peyamek belav kir.

Di peyama Macron a li ser Twitterê bi zimanê Erebî hatiye belavkirin de, hat gotin, “Ji rewşa li Iraqê gelekî bi fikar im.”

Macron di peyamê de, banga aramiyê kir û diyar kir ku ew piştevaniya banga dîyalog û aramiyê ya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike.

Li aliyê din çalakiyê alîgirên Muqteda Sedir a li Parlamentoya Iraqê di roja çaremîn de dewam dike ku li dijî namzedê serokwezîrêyê yê Çarçoveya Hemahengiyê Mihemed Sûdanê derdikevin.

Herwiha alîgirên Sedir dixwazin Dadgeha Federalî jî were hilweşandin.