Serokomarê Iraqê, li ser salvegera Enfalê peyamek belav kir
PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ku di derbarê Komkujiya Enfalê de peyamek parve kir, ji bo trajediyên gel dubare nebin, banga hevgirtinê kir.
Letîf Reşîd, bi helkefta salvegera komkujiya Enfalê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ku ket sala 35an, peyamek belav kir. Serokomarê Iraqê di peyama xwe de got,
"Em bi xemgîniyeke mezin, salvegera tawanên Enfalê yên ku ji aliyê dîktatoriyê ve li dijî gelê Kurd bi kampanyayên jenosîd û gorên komî yên ku zilma li ser Iraqiyan pêk hanî, bi bîr tînin."
Rejîma Baasê ku operasyonên Enfalê di bin çavdêriya rasterast a Serokomarê serdemê yê Iraqê Sedam Huseyîn de kirin, di navbera sibat û îlonê de komkujî li 8 qonaxan belav kiribûn.
Di operasyona Enfalê ya 8 qonaxan de ku bi fermana Sedam Huseyîn li dijî gelê Kurd hat meşandin, nêzî 182 hezar Kurd, jin, zarok û temendar hatin qetilkirin.
Di Qurana Pîroz de bi navê Sureya Enfal ku tê wateya “Xenîmetên Şer” sureyek hatiye destnîşankirin û navê vê sureyê, ji aliyê Sedam Huseyîn ve li vê operasyonê hatibû kirin.
Di operasyonên Enfalê yên 8 qonaxan de 182 hezar Kurd hatibûn girtin, ew biribûn çolên Iraqê û li wê derê bi saxî di çalên ku hatibûn kolandin de hatibûn binaxkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin