Kazimî ji bo salvegera jenosîda Enfalê peyameke Kurdî, Erebî û Îngilîzî belav kir

14 April 2022 20:09 0 dîtin
Kazimî ji bo salvegera jenosîda Enfalê peyameke Kurdî, Erebî û Îngilîzî belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro 14ê Nîsanê bi boneya salvegera 34emîn a jenosîda Enfalê ya ku rejîma Beas bi ser Kurdan de pêk anîbû, peyamek belav kir û got, tawanên Enfalê yên li dijî gelê me yê Kurd, siyasetên rejîma dîktator riswa kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser salvegera Enfalê peyameke bi Kurdî, Erebî û Îngilîzî belav kir û got: “Tawanên Enfalê yên li dijî gelê Kurd ku bi dehan hezar kes bûne qurbanî, siyasetên rejîma dîktator riswa kir.”

Kazimî diyar kir: “Ev salveger wê bibe hander ji bo karkirina Iraqeke demokrat ku aştî tê de dabîn bibe û rûbirûyî wan aliyan jî bibe ku dîktatorî û dijminkariyê car din vedigerînin.”