Nêçîrvan Barzanî di salvegera jenosîda li ser Kurdên Feylî de peyamek belav kir

04 April 2024 11:12 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî di salvegera jenosîda li ser Kurdên Feylî de peyamek belav kir

PeyamaKurd – 44 sal bi ser jenosîda ku di sala 1980an de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve li dijî Kurdên Feylî hat destpêkirin re derbas bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi boneya salvegerê de kesên ku di jenosîdê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bi bîr xist ku heta niha hikûmeta Iraqê tazmînata pêwîst nedaye xizmên qurbaniyên jenosîdê.

“Îro 44 saliya jenosîdê ye ku bi hezaran Kurdên Feylî ji cih û warên xwe û hemû tiştên wan bêpar man, ji ber ku Kurd bûn û piştevaniya şoreşa Kurdistanê bûn, ji aliyê rêjîma Iraqê ve bi awayekî hovane hatin kuştin, girtin, koçberkirin û windakirin.

Bi vê minasebetê em careke din daxwazê ​​ji hikûmeta Îraqa Federal dikin ku li gor biryara dadgeha cezayên giran a Iraqê ku ev tawan weke jenosîd daye nasîn, tazmînata Kurdên Feylî di her warî de, hemwelatî û malî, bide. Em hêvî dikin ku pirsgirêkên Kurdên Feylî bên çareserkirin. Di vî warî de em amade ne ku alîkariya pêwîst bikin.

Jenosîda li dijî Kurdên Feylî nîşana dîroka tarî ya li Iraqê ye, paşerojek tal û tijî xeletî ku belengazî û bêîstîqrarî anî ser welat. Divê rabirdû ji me hemûyan re bibe ders û divê em wê ji bo avakirina paşerojeke baştir li Iraqê li ser bingeha yekrêzî û hevpejirandinê bikar bînin.

Silav ji bo bîranîn û giyanê şehîdên Feylî yên Kurd û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Çi qewimî bû?

Rejîmên li pey hev ên ku di navbera salên 1935-1960an de li Iraqê hatin ser desthilatdariyê, Kurdên Feylî yên ku li Bexda, Diyala, Besra, Wasit û Mendelî dijîn, bi hinceta “Şîî” bûn, neçar kirin ku koçî Îranê bikin.

Rejîma Baasê ku di salên 1970yî de hat ser desthilatdariyê, bi pêvajoya ́Erebkirinê ́ re ku li herêmên Kurdistanê ku îro bi navê "Herêmên nakok" û bi teybetî li Kerkûkê tên binavkirin, li dijî Kurdên feylî pêvajoyek nû ya "qirkirinê" da destpêkirin.

Partiya Baas a bi serokatiya Seddam Husên di salên 1970 û 80an de li dijî Kurdên Feylî, bi hinceta ku piştgiriya tevgera neteweyî ya Kurd dikin, polîtîkayeke tund a cudakariyê meşandin.

Di navbera salên 1970-1988an de 132 hezar Kurdên Feylî sirgûnî Îran û Rojhilat bûne.

Di sala 1980an de bi biryara hejmara 666an a ku ji aliyê Meclîsa Fermandeya Şoreşê ya Iraqê ve hatibû girtin, mafê welatîbûna nêzî 300 hezar Feylî hate betalkirin. Di heman demê de bi hezaran Kurdên Feylî ji aliyê rejîmê ve hatin revandin û windakirin.

Di sala 2003an de bi destwerdana DYAyê serdema dîktator Saddam Huseyîn bi dawî bû. Di pêşgotina Destûra Bingehîn a Iraqê ya di sala 2005an de hatibû nivîsandin de hatibû gotin ku ji aliyê rejîma Baasê ve li dijî Kurdên Feylî jenosîd hatiye kirin.

Parlamentoya Iraqê di sala 2011an de êrîşên li dijî Kurdên Feylî weke “jenosîd” qebûl kir.