Nêçîrvan Barzanî: Naskirina jenosîda Kurdên Êzîdî ji aliyê Belcîka de pêngaveke girîng e

16 July 2021 22:37 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Naskirina jenosîda Kurdên Êzîdî ji aliyê Belcîka de pêngaveke girîng e

PeyamaKurd – Serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mijara komkujiya Kurdên Êzîdî ku ji aliyê parlementoya dewleta Belçîkayê de hat naskirin got ku biryareka gelkî başe û xwest welatên din jî komkujiya Kurdên êzîdî nas bikin. Nêçîrvan Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand û got:

“Naskirina komujiya Êzîdiyan weke jenosîd li Parlamentoya Belçîkayê, pêngaveke girîng e, pêşwaziyê lê dikim. Em hêvî dikin ku welatên din jî biryarên weha bidin û ev bibe sedema vegerandina mafên xwuşk û birayên Êzîdî û cîbicîhkirina dadweriyê bo qurbaniyan.”

Parlementoya Belcîkayê di 15 ê tîrmeha 2021 ê de komkujiya Kurdên Êzîdî weka jenosîd bi nav kir û projeyê qebûl kir.

Her weha hefteya borî Parlementota Hollandayê jî komkujiya Êzîdiyan naskiribû.