YNKê, ji bo salvegera Enfalê daxuyanî da

31 July 2023 16:30 0 dîtin
YNKê, ji bo salvegera Enfalê daxuyanî da

PeyamaKurd- Rêxistina YNKê ya Hewlêrê, ji bo salvegera 40emîn a Enfalê ku li dijî Barzaniyan hatibû kirin, bi daxuyaniyekê bi bîr hanî.

Di daxuyaniya Rêxistina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Hewlêrê de hat gotin ku

“Beriya 40 salan, rejîma Beis a Ereb, di 31ê Tîrmeha 1983yan de li dijî gelê me tawaneke hovane kir û di heman demê de 8 hezar Kurdên Barzanî ber bi mirineke nediyar ve bir û bi saxî kirin nav çal û kortikan.

Ev tawan, piştî qonaxa yekem a wê bernameya hovane ku tê de Barzanî ji axa bav û kalan hatin derxistin û ji bo kampên Bahirke, Quştepe û Herîrê hatin veguhestin. Rejîma Beisê beriya niha di sê qonaxan de sivîlên li herêma sînor dijîn rexne kiribû.

Em êşa malbat û xizmên şehîdan parve dikin. Em hêvîdar in ku ev bîranîn bibe sedema yekîtî û hevgirtina gelê me. Dubare di vê bîranîna bi êş de em careke din spasiya helwesta neteweyî û mêrxasiya xelkê hêja yê Hewlêrê dikin ku êşa malbatên Enfalî yên Barzaniyan parve kirin û di wê demê de alîkariya wan kirin.”