PDKê bi mebesta 49emîn salvegera damezirandinê YNKê pîroz kir
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi mebesta 49emîn salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Polîtburiya PDKê pîroziyê arasteyî Serokê YNKê Bafel Talebanî, endamên Polîtburoyê û Encûmena Bilind a Siyasî yên YNKê kir.
Polîtburoya PDKê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û parastina destkeftên gelê Kurd, tekeziyê li hevahengî û yekrêziya di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir.
Polîtburoya PDKê di peyamê de ji bo çareseriya pirsgirêkan, parastina destkeftên gelê Kurd û qewareya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina saziyên wê, pêwîstiya hemahengî, yekrêzî û tekoşîna hevbeş a hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê destnîşan kir.
Di peyama PDKê de wiha hate gotin: “Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina YNKê, em pîrozbahiyeke germ li we, kadro, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê ji we re dixwazin.”
YNKê bi serpereştiya Sekreterê Giştî yê berê yê partiyê û Serokkomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, di 1ê Pûşpera 1975an de hatibû damezirandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin