Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera Enfalê peyamek belav kir

31 July 2023 14:00 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera Enfalê peyamek belav kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya salvegera 40emîn a Enfala Barzaniyan, peyamek belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser yekrêziya aliyên siyasî û hevgirtinê ku yekane rêya serkeftinê ye.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de diyar kir ku Komkujiya Enfalê ya ku niha ji aliyê Iraq û hejmarek welatên cîhanê ve wekî cenosîd hatiye naskirin şîrove kir û wiha got,

“Di demekê de ku Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe de em tekeziyê li ser yekrêzî û hevgirtina hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê dikin ku yekane rêya serfirazî û serkeftina me ye.

Îro 40 sal di ser wendakirina 8000 xort, ciwan, mêr û kalên Barzanî re derbas dibe ku ji dawiya tîrmehê heta nîvê Tebaxa 1983yan bi destê desthilata wê demê ya Iraqê, bûne qurbaniyên tawaneke hovane.

Komkujiya Enfalê ya ku niha ji aliyê Iraqê û hejmarek welatên cîhanê ve wekî cenosîd hatiye naskirin, ji heşt qonaxan pêk dihat ku bi Enfala 8000 Barzaniyan dest pê kir.

Em îro 40 saliya qurbanîdana 8000 xort, ciwan, mêr û kalên Barzanî bi bîr tînin ku ji dawiya tîrmehê heta nîvê Tebaxa 1983an di encama operasyoneke hovane ya rejîma wê demê ya Iraqê de hatin birin û careke din venegeriyan.

Bi hezaran malbatên Barzanî li kampên Quştepe, Behirkê, Herîr, Soran û cihên din ji aliyê rejîmê ve bê bab û bira man.

Bi hezaran jinên Barzanî yên ku bê hevjîn man, bi serê xwe rastî çarenûseke dijwar û nediyar hatin û tehemûlî bi dehan êş û bêbextiyan kirin.”