Nêçîrvan Barzanî peyamek ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera tawana Enfalê peyamek belav kir û diyar kir, Hikûmeta Federal a Iraqê, li hember erkekî yasayî, exlaqî û mirovatiyê de ye, da ku lêqewmiyan û malbatên enfalkiriyan qerebû bike û hindek ji birînên wan sarêj bibin.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Îro, 14ê Nîsanê, em gelek bi rêz û rûmet bîreweriya 182 hezar hevwelatiyên bêtawan yên Kurdistanê dikin û bejna xwe li hember canê paqijê şehîdan diçemînîn ku di sala 1988ê da di yek ji hov û dirindetirîn tawanên dîrokê de, desthilata hîngê ya Iraqê jênosîda kirin û canê xwe ji dest da.
Enfalan ku di 8 qonaxan da hejmareke mezin a deverên Herêma Kurdistanê vergirtin, ji bo heta hetayê xaleka reş e di nav çavên dîrokê û di nav çavên wan ên ew tawankirî de, tevaya mirovatiyê ji wê yekê berpirs e ku rê nedin ev awayê tawanan li tu derên din ên dinyayê dubare bibe ve û bi hemû awayî rê lê bê girtin.
Di demekê da ku Herêma Kurdistanê di rewşek hestiyar re derbas dibe, baştirîn bîranîn û bilindragirtina bîreweriya şehîdên Enafalan û tevaya şehîdên Kurdistanê biratî, bihevrebûn û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî û pêkhateyên wê ye ji bo misogerkirin û parastina mafên destûrî û qewareyê siyasî û federalî û paşeroja Herêma Kurdistanê.
Dadgehê bala ya tawanan li Iraqê Enfal bi jênosîda û wek tawana dijî mirovatî û tawana cengê nas kiriye. Di vê bîreweriyê de, em careke din daxwaz dikîn ku Hikûmeta Federal ya Iraqê li hember erkek yasayî, exlaqî û mirovatiyê daye daku lêqewmiyan û malbatên enfalkiriyan qerebo bike da hindek ji birînên wan sarêj bibin.
Li Herêma Kurdistanê jî, hindî di şiyan da hebe, divê baştir xizmeta malbat û kesûkarên enfalkiriyan bê kirin û xebatên ji bona avadankririna deverên hatine enfalkirin û vegerandina rufatên şehîdan berdewam bin, herwisa, li ser astê navdewletî jî ji bona nasandina Enfalan wek jênosîda divê li ser xebatên xwe berdewam bİn.
Silav û rehmet bo canê şehîdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin