Nasnameyên 3 Kurdên li Parîsê hatine kustin eskere bûn

24 December 2022 11:02 0 dîtin
Nasnameyên 3 Kurdên li Parîsê hatine kustin eskere bûn

PeyamaKurd – Li Parîsa paytexta Fransayê, doh roja Înê di encama êrîşeke bi çekê ya ji aliyê kesekî 69 salî yê welatiyê Fransayê de, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û berberekî Kurd, 3 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Vê êrîşa ser dîyasporaya Kurd, karvedaneke mezin bi xwe re anî û ji aliyê Kurdan û rayedarên welatên cîhanê ve tevî daxuyaniyên şermezarkirinê bertekên tund hatin nîşandan.

Komeleya Kurd a bi navê KCDK-E ku nêzî PKKê ye nasnameyên hersê Kurdên li Parîsê di encama êrîşê de hatine qetilkirin eşkere kir.

Evîn (Emîne Kara) endama Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûllah Kizil di êrîşê de can dane ku hersê jî ji Bakurê Kurdistanê ne.