Nasnameyên leskerên di encama operasyona li Gare hatine kustin diyar bûn
PeyamaKurd – Parêzgarê Meletiyê Aydin Baruş do diyar kir, nasnameyên 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrîşa ser Gare de hatine kuştin, hatiye diyarkirin û da zanîn, xebata ji bo diyarkirina nasnameya 3 kesên din hîn berdewam e.
Bi navê Operasyona Çengê Baz-2, Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare dest bi operasyonekê li dijî PKKê kir û do Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bidawîbûna operasyonê ragihand.
Piştî ragihandina bidawîbûna operasyonê, Tirkiyê ji zarê çendîn berpirsên xwe ve PKKê bi kuştina 13 êsîrên di destê xwe de tohmetbar kir. Berpirsên pilebilind ên Tirkiyê, yên weke Wezîrê Berevaniyê, Hulusî Akar, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ragihandine, ew êsîrên PKKê di dema operasyona Gare de kuştine, “sivîl” bûn.
Lêbelê berpirsekî din ê Tirkiyê, bi eşkerekirina nasnameya êsîrên kuştî yên li Gare, wan daxuyaniyan tevde red dike. Parêzgarê Meletiyê, Aydin Baruş do Yekşemê 14ê Sibata 2021 ragihand, nasnameya 10 leşker û polîsên Tirkiyê ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, hatiye diyarkirin û tekez kir, xebata ji bo diyarkirina nasnameya 3 kesên din hîn berdewam e.
Li gor Parêzgarê Meletiyê, nasnameya êsîrên di destê PKKê de ku di dema operasyona Gare de hatine kuştin bi vî awayî ye: “Çavuşê Pispor Huseyin Sarî, di 13ê Tebaxê de li ser rêya navbera Amed-Çewlîgê de hatibû esîrkirin. Karmendê Polîs ê ser bi Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Ruhayê ve, Sedat Yabalak ku di 28 Tîrmeha 2015 de hatibû esîrkirin.
Çavuşê Zabit Semîh Ozbey ku di 18ê Îlonê de li ser rêya Dêrsim-Erzînganê hatibû esîrkirin. Adil Kabaklî yê nasnameya wî li ser Osmaniyê tomarkirî ye û ji bo peywendî bi yekîneya xwe ya li Agiriyê bike, ketibû rê lê di 2ê Kanûna 2015an de ji aliyê PKKê ve hatibû esîrkirin. Vedat Kaya, polîsê karmendê Rêveberiya Asayişa Stenbolê yê ku nasnameya wî li ser Mêrdînê tomarkirî ye û di 24ê Tîrmeha 2016 de li Lice ya Amedê hatiye esîrkirin.
Leşkerê Cendirme, Suleyman Sungur ku di 15ê Tebaxa 2015an de li ser rêya Amedê hatiye esîrkirin. Erîfê Pispor, Mevlut Kahvecî ku di 21ê Îlona 2016 de li Colemêrgê esîr ketibû destê PKKê. Topçî Muslim Altintaş ku di 2ê Kanûna 2015 de li Dêrsimê hatibû esîrkirin. Aydin Kose yê ku nasnameya wî li ser Xarpêtê tomarkirî ye. Muhammet Salih Kanca ku nasnameya wî li ser Samsunê tomarkirî ye.” Ev daxuyaniya Parêzgarê Meletiyê û nasnameya dîlan bi tevahî berovajî daxuyaniyên berpirsên pilebilind ên Tirkiyê ne, ku dibêjin kesên dîl sivîl bûne. Tirkiye û PKK, herdu alî hevdu bi kuştina kesên dîl ên di kampeke PKKê de tometbar dikin.
Lêbelê PKK wê yekê red dike û weke tomet bi nav dike û tekez dike, ku Tirkiyê bi xwe di dema êrişa li ser Gare de, tevahiya dîlên di kampekê de kuştine. PKK dibêje, Tirkiyê bi taybet êrişî kampeke esîran kiriye daku wan bikuje.
Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand, “Dewleta Tirk ji bo leşkerên êsîr bikuje ji hewa û bejahî ve êriş kir. Êrîşa li ser kampa êsîran, bi tu awayî ne ji bo xelaskirina wan bû, lê belê ji bo kuştina wan bû.”
Pêştir Fermandariya HPGê li navçeya Gare di roja duyem a operasyonê de ragihandibû ku balafirên şer ên Tirkiyê kampek bordûman kirine ku hejmarek êsîrên şer tê de bûn. Berdevkê KCKê Zagros Hîwa jî di daxuyaniyekê de ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê re got, ne dûr e Tirkiyê bi mebest ew kamp bordûman kiribe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin