Nasnameyên 7 kesên li parêzgeha Agiriyê di encama qezayê de can dabûn hatin eskerekirin

08 November 2022 15:00 0 dîtin
Nasnameyên 7 kesên li parêzgeha Agiriyê di encama qezayê de can dabûn hatin eskerekirin

PeyamaKurd – Nasnameyên 7 kesên li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di encama qezaya du kamyon û otobuseke rêwiyan de can dabûn, hatin eşkerekirin.

Li gor zanyariyan, meytê kesên di qezayê de bûne qurbanî rakirine morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê û ji bo tesbîtkirina nasnameyên cenazeyan ji mirovên wan mînakên DNAyê hatin wergirtin û ji Saziya Tiba Dadê ya Trabzonê re hatin şandin.

Hat ragihandin, li gor encama wê ji tiba dadê were, nasname wê werin tesbîtkirin û cenaze ji hev bên cudakirin û wê radestî malbatên wan bikin.

Herwiha hat zanîn, mirovên kesên ku di qezayê de can dane jî li pêşiya nexweşxaneyê li benda encamê ne.

Navên kesên ku di bûyerêde can dabûn ev in, ajokarê otobusê Abdulkerîm Kînay, Serhat Bayraktutan, Sînan Gurbûz, Nevzat Taş, Eşref Tutak, Emre Yildiz û Ebrar Tatlî û herwiha hewl tê dayîn ku  nasnameya kesekî din ê di qezayê de can daye were zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, do otobusa kompabiya Van Yolu ya rêwiyan a ku plaqeya wê 34 EG 1164 e, ji Wanê ber bi Agiriyê diçû, lê otobûs û du kamyonên ku barê yekî silq bû li navenda navçeya Tutaxê li hev qelibîn. Piştî qezayê agir bi otobusê ket û tîmên agirvemirandinê bi zor û zehmet agir vemirand. Di otobusa ku li gor gotinê 21 kes tê da hebûn, 7 kesan can dabûn û 2 jê giran 18 kes birîndar bibûn.