Operasyona li 5 parêzgehan: Ji bo 28 kesên ku di nav wan de HDPyî jî hene biryara desteserkirinê hat dayîn

23 May 2023 12:08 0 dîtin
Operasyona li 5 parêzgehan: Ji bo 28 kesên ku di nav wan de HDPyî jî hene biryara desteserkirinê hat dayîn

PeyamaKurd Operasyoneke ku navenda wê Mêrsîn bû, li 5 parêzgehan hat destpêkirin.

Di dema ku ji bo 28 kesên ku di nav wan de rêveberên HDPê jî hene biryara desteserkirinê hat dayîn, lêgerîna polîsan a li navnîşanan dewam dike.

Hat ragihandin ku di encama xebata ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Parêzgehê de operasyon hat destpêkirin.

Li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê li ser navnîşanên 28 kesan operasyoneke hemwext hat lidarxistin.

Li qadên operasyonê tevdîrên ewlehiyê yên tund tên girtin, lêgerîna li navnîşanan dewam dike. (Çavkanî: İHA)