Ji 157 kesên ku di operasyona "Narkoçelîk-22"yê de hatibûn desteserkirin 56 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyona "Narkoçelîk-22" ya ku li 20 parêzgehan li dijî kesên tiryakê çêdikin hatin kirin de ji 157 gumanbaran 56 kes hatin girtin.
Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da di kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Midûriyeta Giştî ya KOMê ya Cendirmeyan da ji teref Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehê ve bi beşdariya 282 tîm û 846 personelên cendirmeyan daxuyanî da û got, li Diyarbekir, Antalya, Manîsa, Wan, Agirî, Hatay, Aydin, Enqere, Colemêrg, Gîresûn, Tekîrdag, Kahramanmaraş, Aksaray, Stenbol, Çanakkale, Qeyserî, Ordu, Bîngol, Edîrne, Osmaniye jî di nav de, li 20 parêzgehan operasyonên "Narkoçelîk-22" hatin kirin.
Wezîr Yerlikaya diyar kir ku di operasyonan da 663 kîlo maddeyên narkotîk, 3 milyon û 400 hezar kok esrar û skunk û 436 hezar hebên narkotîkê hatin bidestxistin.
Wî daxuyand ku ji 157 gumanbarên ku hatine girtin 56 kes ji aliyê dadweriya ku birin wan hatiye girtin û ji bo 43 kesan biryara kontrolkirina dadwerî hatiye derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin