Pistî her 3 zimanzanan 2 kesên din jî ji ber “Hînker”ê hatin desteserkirin

06 March 2025 15:22 0 dîtin
Pistî her 3 zimanzanan 2 kesên din jî ji ber “Hînker”ê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna pirtûka “Hînkerê” de ku Serdozgeriya Stembolê daye destpêkirin, 2 kesên jî din hatin desteserkirin.

Zimanzanên Kurdî Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen duh di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Stembolê de di serdegirtinên malan de hatibûn desteserkirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya heman lêpirsînê de îro Îzzet Çinar û Şukran Çinar jî li Stembolê di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin. 

Hat zanîn ku kesên ku hatin desteserkirin, birin Rêvebiriya Emniyetê ya Stembolê.