Pistî danîna qeyûm saredarê Batmanê û 27 kesên din hatin binçavkirin

23 March 2020 17:28 0 dîtin
Pistî danîna qeyûm saredarê Batmanê û 27 kesên din hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Li Batmanê piştî ku îro qeyûm bi ser şaredariyê de hat tayînkirin, kesên ku bertek nîşan dan hatin binçavkirin.

Şaredarê Batmanê Dr. Mehmet Demîr jî di nav de, 12 kes bi operasyonên hevdem hatin binçavkirin. Polîs û tîmên taybet piştre avahiya şaredariya Batmanê dorpêç kirin.

Mehmet Demir piştî ku hat binçavkirin li ser twitter ragihand ku ew piştî danîna qeyûm bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û ji gel xwest ji bo tenduristiya xwe bi komî nesekinin li derve.

Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran û hejmarek welatî bi armanca şermezarkirina binçavkirin û danîna qeyuman li pêş avahiye civiyan.

Başaran got, operasyoneke wiha nîşan dide ku desthilatdar di roja qiyametê de jî neyartiya Kurdan dikin.

Herwiha polîsan mudaxeleyî girseya ku li dijî qeyûman derket kiriû 16 kesên din hatin binçav kirin ku dorpêçkirina avahiya şaredariyê jî didome.

Îro danê sibehê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm danîn ser şaredariyên HDPê yên Batman, Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê. 

HDPê di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de, 3 Şaredariyên Bajarê Mezin, 5 şaredarên bajar, 45 şaredarên navçeyan û 12 şaredarên bajarokan bi giştî 65 şaredar bi dest xistibûn. Bi danîna qeyûmên herî dawî re, qeyûm tayînê 3 şaredariyên bajarên mezin, 2 şaredariyên bajar, 30 şaredariyên navçeyan û 3 şaredariyên bajarokan hatin kirin.