Pistî danîna qeyûmekî din ji 64 saredariyan tenê 13 di destê HDPê de man
PeyamaKurd - Piştî ku Hevşaredarên bajaroka Sarûcan a navçeya Depê ya bajarê Xarpetê (Elezîz) Bekir Polat û Canan Tagtekîn hatin binçavkirin, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro qeyûm tayînî şaredariyê kir.
Li şûna herdu hevşaredarên bajaroka Sarûcanê ku bi hinceta lêpirsîn li ser wan heye ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatibûn vekişandin, Alîkarê Waliyê Xarpêtê Erkan Kaçmaz weke qeyûm hat danîn.
HDPê di hilbijartina Herêmî ya 31ê Adara 2019an de 64 şaredarî bi dest xistibûn ku niha li ser 46 şaredariyên HDPê qeyûmên dewletê hatine danîn û piraniya wan şaredarên hilbijartî jî hatine girtin. Niha di destê HDPê de tenê 13 şaredarî mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin