Ji KCDê daxuyanî: Tenê danîna maseyên krîzê ji destê me tê…
PeyamaKurd – Kongra Civaka Demokratîk (KCD-DTK) ku li bakurê Kurdistanê wekî saziyeke sivîl tê zanîn, bi daxuyaniyekê banga rawestandina êrîşên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de kir û ragihand, tenê danîna maseyên krîzê ji destê me tê ku li bajarên Amed, Nisêbîn, Serêkaniyê, Riha û Batmanê hatine vekirin.
KCDê got, “Bêgûman rêya piştevaniya bi gelê me re ne maseyên krîzê tenê ne. Herwiha divê em bikaribin mal û gundên xwe veguherînin cihên piştevaniyê.”
KCDê di daxuyaniya xwe de ev bangewazî kir: “Ji bo bidawîkirina şer rêya herî rast rêya muzakere û diyalogê ye. Ji ber vê yekê em BANG li rêxistinên netewî û yên navnetewî dikin ku bi awayekî lezgîn bikevin dewrê û rê li ber şer û karaseta mirovî bigirin.”
Piştî mudaxaleya leşkerî ya li hemberî Bakûr û Rojhilatê Sûriye’yê pêvajoya şer û dagirkeriyê destpêkiriye û gelên li her du hêlên sînor beramberî trajediya mirovahiyê mane. Berfirehbûna şer, rê li ber talankirina ekolojiya erdnîgariya me, metîngeriya aborî û perçebûna civakî vekiriye.
Ligel ku şer li li tevahiya cîhanê bi encamên neyînî û reaksiyona dijber derketiye holê jî bi hemû hêza xwe dewam dike. Di şerê ku berdewam dike dike de bi sedan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran mirovan warê xwe terikand.
Ji bo bidawîkirina şer rêya herî rast rêya muzakere û diyalogê ye. Ji ber vê yekî em BANG li rêxistinên netewî û yên navnetewî dikin ku bi awayekî lezgîn bikevin dewrê û rê li ber şer û karaseta mirovî bigirin
Bi şer re pirsgirêka koçberî û penaberiyê derketiye holê û jiyana tevahî zarok û jinan veguherandiye dojehê. Pêdiviyên sereke yên wekî stargeh û xwarinê nayê çareserkirin, rê li ber travmaya zarokan vedike û bi awayekî gelemperî rîska şîdetê ya li dijî jinan a derketiye holê, pêwistiyê bi piştgiriya asta Navneteweyî nîşan dike.
Ji bo pêşîlêgertina karaseta mirovî, li hêlekî ji bo bidawîkirina şer têkoşîn divê û li hêla din jî pêwistiyên ku di encama şer yên wekî koçberkirin û xwarinê de derketine holê divê bên bersivandin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan li her du hêlên sînor maseyên krîzê hatine avakirin. Ji bo piştgiriya gelê me yê Rojava, divê hemû gelê me yê hestiyar ji bo piştgirî û alîkariyê serî li van maseyan bide. Hemwelatiyên me yên ku ji cihê xwe bi darê zorê hatine koçberkirin jî divê bi awayekî xwe bigihînin van maseyên krîzê.
Bêgûman rêya piştevaniya bi gelê me re ne maseyên krîzê tenê ye. Her wiha divê em bikaribin mal û gundên xwe veguherînin cihên piştevaniyê. Ji ber ku di dîrokên borî de jî gelê me bi fedekarî vê piştevaniyê nîşandaye em nakevin nava gûmanan. Bi vê wateyê em dixwazin hemû gelê me deriyê mala xwe veke, av û nanê xwe bi xwişk û birayên xwe re parve bike.
Em dixwazin beriya her tiştî tevahî raya giştî ya Netewî û Navnetewî ji bo bidawîkiran şer bikeve nava liv û tevgerê, Rêxistinên Netewî û Navnetewî ji bo pêşîlêgirtina karasetê bi maseyên krîzê û gelê me re di nava diyalog û piştevaniyê de be. Şer pirsgirêka hemû kesî ye. Bidawîkirina şer û karaseta mirovî di destê me de ye.
Nîşe: Li Amed, Nisêbîn, Serêkaniyê, Riha û Êlihê maseyên krîzê hatine avakirin. Ji bo têkilîdayina bi maseyên krîzê re mirov dikarin serî li rêxistinên HDP’ê yên bajar û navçeyan bidin.
KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin