HSDê derbarê êrîsa ser baregehên wan de daxuyanî da: Tenê zirara madî çêbû...
PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşa moşekî ya şeva borî bi ser Qada Petrolê ya El Omer de ku di bin kontrola wê de ye, daxuyanî da.
HSDê ragihand ku zirarên êrîşa doh li ser Zeviya El-Omer tenê madî bûn û hêzên wan wek tedbîrên li dijî êrîşên DAIŞê, operasyon li herêmên derdorê pêk anîn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi dxuyaniyekê diyar kir ku, doh êrîşeke bi moşekan li dijî baregehên wan yên leşkerî yên li Zeviya El-Omer a Dêra Zorê, pêk hat û tenê zirarên madî çêbûn.
HSDê da zanîn ku li hemberî êrîşê hêzên wan operasyon li herêmên derdorê li dar xistin da ku rê li pêşiya liv û tevgera şaneyên DAIŞê were girtin.
Hêjayî gotinê ye, êrîşa ser qada petrolê ya Omer ji herêmên rejîma Sûriyê ji aliyê milîsên îranî ve wekî bersiva êrîşa Amerîka ya ser Heşda Şeibî hatibû kirin ku baregehên HSDê jî bûbûn hedefa wê êrîşê. Herwiha piştî êrîşa moşekî balafirên hêzên hevpeymanan bingehên milîsên îranî yên jêdera êrîşan bûn hatibûn bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin