YPGê derbarê êrîsa mosekî ya ser Efrînê de daxuyanî da: 'Ti têkiliya me pê nîne'
PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku ti têkiliya hêzên wan bi topbarana doh 18ê Tebaxê ya ser bajarê Efrînê re tune ye.
Doh navenda bajarê Efrînê bi moşekan hatibû topbarankirin û Tirkiyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi topbarana li ser bajêr tohmetbar kiribû. Çavkaniyên herêmê ragihandibûn ku moşek ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve li derdora Helebê hatine avêtin.
Navenda Ragihandinê ya YPGê daxuyaniyeke nivîskî li ser mijarê belav kir û têkiliya hêzên xwe bi wê topbaranê red kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ti têkiliya me bi bûyera ku doh li Efrînê çêbû, tune ye. Tevî ku me gelek caran da xuyakirin ku li herêma navborî tu hêzên me nînin jî, dewleta Tirk her tim hewl dide bûyerên li vê herêmê diqewimin, biavêje ser me. Nûçe û îdiayên bi vî awayî dûrî rastiyê ne.”
Di encama moşekên bi ser navenda Efrînê de hatibûn avêtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn û 4 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin