Kampa Kuweyt Rehmê ya Efrînê rastî êrîsa mosekî hat: Kustî û birîndar hene

10 August 2023 11:05 0 dîtin
Kampa Kuweyt Rehmê ya Efrînê rastî êrîsa mosekî hat: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li Efrînê kampeke niştecihbûnê ku zarok jî tê de hebûn hate moşekbaran kirin.

Li gorî ragihandina SOHRê di encama moşekbarana li ser kampeke Efrînê de, kesek hat kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin kampa rastî êrîşê hatiye kampa Kuweyt Rehmê ya li gundewarê Efrînê ye ku moşek ji navçeyên bakurê Helebê yên di bin desthilata rêjîma Sûriyê û HSDê ve hatine avêtin.

Li Kampa Kuweyt Rehmê a nêzîkî gundê Tirindê erebên ku ji navçeyên cuda yên Sûriyê hatine Efrînê, hatine bicihkirin.

Li Efrînê di çarçoveya proseya guhertina demografik de bi qasî 20 kamp û komelgehên niştecîbûnê hatine avakirin ku bi rêya AFAD a Tirkiye û piştevaniya darayî ya Qeter û Kuweytê û rêxistinên Filistînî têne birêvebirin.