Tirkiye bi hevkariya Kuweytê 3 wargehên nû li Efrînê ava dike

02 July 2023 12:34 0 dîtin
Tirkiye bi hevkariya Kuweytê 3 wargehên nû li Efrînê ava dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya proseya guhertina demografiya Efrînê de, Tirkiye 3 deverên niştecîbûnê ji bo bicihkirina malbatên çekaran li Efrînê ava dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye, di çarçoveya proseya guhertina demografiya Efrînê de, Tirkiye 3 wargehên nû yên ji bo bicihkirina malbatên çekaran di navbera gundên Kerferom, Qurtqulaq û nehiya Şera de ava dike.

Hat diyarkirin ku Tirkiye wan wargehan bi hevkariya Komeleya Sexaa a piştevaniya Kuweytê ava dike û piştî ku darên zeytûnan û daristanên wê deverê ji kokê ve hatine hilkirin xebatên çêkirina wargehan dest pê kiriye.

SOHRê daye zanîn, avakirina wan komelgehên niştecihbûnê, ji bo bicihkirina malbatên çekdarên bi ser Tirkiye ve ye û di demeke behsa vegerandina penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê tê kirin avakirina wan wargehan dest pê kiriye.

Heta niha 18 deverên niştecihbûnê li bajarê Efrînê û derdora wê hatine avakirin û ev wargeh bi rêya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiye (AFAD) û piştevaniya darayî ya Qeter, Kuweyt û rêxistinên Filistînî hatine avakirin.

Çalakvanên Efrînê diyar dikin, ev proje dikeve çarçoveya plana guherîna demografîya Herêma Efrînê ku ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve ew prose ji Adara 2018an ve dewam dike.