Berdevkê YPGê êrîsa nexwesxaneya Efrînê sermezar kir: Ti têkiliya me pê re nîne!
PeyamaKurd - Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye Nûrî Mehmûd, li ser êrîşa ser nexweşxaneyeke Efrînê ku bêhtirî 20 sivîl hatibûn kuştin û Tirkiyê hêzên kurdî bi wê êrîşê tawanbar kiribû daxuyanî da.
Berdevkê fermî yê YPG Nûrî Mehmûd da zanîn ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yekser hêzên wan tawanbar kirine û got, “Hikumeta Tirkiyê ku terorê li hundir û derve û bi taybet li Sûriyê pêk tîne, nikare tu kesên din bi terorê tawanbar bike.”
Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku ti têkiliya hêzên wan bi êrîşa ser nexweşxaneya Efrînê nîne û êrîş şermezar kir.
Berdevkê YPGê derbarê êrîşa 12ê Hezîranê û daxuyaniyên tawanbarkirinê yên berpirsên deshilata Tirkiyê ev daxuyanî da:
“Di 12ê Hezîranê de nexweşxaneyeke li bajarê Efrînê rastî êrîşekî hat û tê de hejmarek ji sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Wekî her tim, serokê dewleta Tirk Erdogan rasterast û bi agahiyên derew hêzên me bi vê êrîşê tawanbar kirin.
Hikumeteke wekî hikumeta Tirkiyê ku terorê li hundir û derve û bi taybet li Sûriyê pêk tîne, nikare tu kesên din bi terorê tawanbar bike. Ew nikare wek parastvanên sivîlan xwe nîşan bide di demekê de ku ew bi xwe terorê bi hemû rengên xwe li heremên dagirkirî pêk tîne û rasterast ji aliyê hikumeta Erdogan ve pêk tê.
Yekîneyên Parsatina Gel vê êrişê şermezar dike. Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armanc girtina sivîlan ne ji prensîbên me ye û ne şêwazê têkoşîna me ye. Ev çend sal e ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgirtiya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin. Em dubare tekez dikin ku çawa me berê têkoşîn kiriye, dê parastina sivîlan bimîne armanca me ya sereke di hemû şeran de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin