Fransayê êrîsa li nexwesxaneya Efrînê bi tundî sermezar kir

15 June 2021 11:05 0 dîtin
Fransayê êrîsa li nexwesxaneya Efrînê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Fransayê êrîşa li nexweşxaneya bajarê Efrînê şermezar kir û daxwaza eşkerekirina nasnameya encamderên wê êrîşê kir.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê diyar kir, Fransa bi tundî êrîşa roja 12ê Hezîranê ku bajarê Efrînê û Nexweşxaneya Şîfa ya li bajêr kiribû armanc şermezar dike, ku di êrîşê de hejmareke zêde sivîl ku gelek ji wan ji tîmên pizîşkî bûn, hatin kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê, wê êrîşê weke binpêkirina eşkere ya yasayên mirovî bi nav dike û daxwaz dike, ku berpirsiyarên vê êrîşê bi temamî bên diyarkirin û bên cezakirin.

Roja 12ê Hezîranê, di êrîşeke li ser navenda bajarê Efrînê û Nexweşxaneya Şîfa ya li bajêr de, zêdeyî 20 kesan can dan û zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûn.