Kiryarê êrîsa bi kêrê ya li Fransayê rakirin nexwesxaneya derûnî
PeyamaKurd – Gumanbarê bi navê Abdalmasîh H. yê ku di 8ê Hezîranê de li parka Annecy ya Fransayê 4 jê zarok 6 kes bi kêrê birîndar kiribû, sewqî nexweşxaneya derûnî hatibû kirin.
Li gorî nûçeya çapemeniya Fransayê, gumanbarê êrîşa bi kêrê ya hefteya borî ya li Annecyyê, ji bo nexweşxaneya derûnî ya Vinatier a bajarê Bron hat veguhestin û ji bo beşa taybet hat veguhestin.
Çi qewimîbû?
Li bajarê Annecy yê Fransayê, sibeha 8ê Hezîranê, penaberekî Sûriyê ku ragihandibû ku ew mesîhî ye, bi kêrê êrişî xelkê parkê kir û di encamê de 4 jê zarok 6 kes birîndar kirin.
Di lêgerîna gumanbarê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin de çek, 2 wêneyên Xiristiyanan, gerdeniyek xaçê, 480 Euro û ehlîyeta Swêdî hat dîtin.
Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanin diyar kir, gumanbarê ku di sala 2013an de daxwaza wî ya penaberiyê li Swêdê hatiye qebûlkirin, li vî welatî destûra rûniştina wî jî heye.
Serdozgerê Komarê yê Annecy Line Bonnet-Mathis jî ragihand, 6 kesên ku di êrîşa hefteya borî de birîndar bûbûn xetereya jiyana wan nîne û tedawiya 4 zarokên birîndar jî didome.
Biryar hat dayîn ku bersûc bi îdiaya "hewldana kuştinê" di girtîgehê de bê girtin.
Gumanbar ji bo ku întîhar neke birin hucreya taybet.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin