Amerîka bi daxuyaniyekê êrîsa li ser nexwesxaneya Efrînê sermezar kir

14 June 2021 11:04 0 dîtin
Amerîka bi daxuyaniyekê êrîsa li ser nexwesxaneya Efrînê sermezar kir

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîka, bi daxuyaniyekê êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û daxwaza agibesteke giştî li seranserî Sûriyê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka Ned Price di daxuyaniyê de êrîşa li ser nexweşxaneya Şîfa ya li Efrînê şermezar kir û da zanîn, nabe kesên sivîl û jêrxaneya bajêr û di nav de nexweşxane bibin armancên karên leşkerî.

Price herwiha destnîşan kir, di dema dawî de tundûtûjî li bakur û bakurê rojavaya Sûriyê zêde bûye û ev êrîşa li ser Efrînê beşek ji wê tundûtûjiyê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka eşkere kir, êrîşa li ser Efrînê, beşek ji gurbûna tundûtûjiya vê dawiyê ya li bakur û bakurê rojavaya Sûriyê ye û daxwaz kir, agirbesteke giştî li seranserî Sûriyê were ragihandin û tundûtûjî were rawestandin.

Pêr 12ê Hezîranê, hejmarek moşek li taxên sivîl û nexweşxaneya Şîfa ya Efrînê ketin û di encamê de 20 kesên sivîl şehîd bûn û derdora 40 kesî jî birîndar bûn.