Li Efrînê 5 kes bi tohmeta YPGê hatin girtin

26 August 2024 12:48 0 dîtin
Li Efrînê 5 kes bi tohmeta YPGê hatin girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê ve hatiye dagirkirin, bi tohmeta piştevanî û pêwendiya wan bi YPGê re heye, hejmarek kes hatin girtin.
Li gorî zanyariyan, rewş di navbera pêkhateyan de, bi taybetî herêmên Rojhilat û Şamê û hemû xelkên xwecihî yên ku derbasî Efrînê dibin de aloz bûye û gelek kes jî bi tometa hevkariya bi YPGê re ji aliyên komên çekdar ve têne girtin
Herî dawî li navçeya Cindirêsê piştî ku Ebû Amşa û birayên wî bac li ser welatiyên Kurd ferz kirin, 5 kes bi tohmeta YPGê hatin girtin.
Tê gotin ku serkirdeyê koma çekdar Ebû Amşa û birayên wî heta niha bi sed hezaran dolar ji xelkê Efrînê kom kirine û herwiha binpêkirinên xwe yên li seranserê herêmê yên wekî revandin, girtin û talankirina mal û milkên welatiyan jî berdewam dikin.

PeyamaKurd/Efrîn