Li Tirkiyê 7 kes bi tohmeta sîxûrtiya Mossad a Îsraîlê hatin girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarên Stenbola û Îzmîr ên Tirkiyeyê, bi tohmeta sîxûrtiya Îstixbarata Îsraîlê Mossadê dikin, 7 kes hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeya medya Tirk, di operasyonên hevdem ên Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT), Şaxa Asayîşa Stenbolê yê Têkoşîna dijî Terorê, li Stenbolê û Îzmîrê operasyon hatine kirin.
Di encama wan operasyonan de li herdu bajaran, hate îdiakirin ku bi hinceta agahiyên îstixbarî firotine Mossadê, 7 kes hatine binçavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hemasê, di meha Kanûna 2023yan de jî, li Tirkiyeyê bi tohmeta sîxurtiya Mossadê 68 kes hatibûn girtin. Ew operasyon jî piştî daxuyaniyên Îsraîlê yên derbarê hedefgirtina lîderên Hemasê li welatên Tirkiye û Lubnanê hatibûn destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin