Ji aliyê Tirkiyê ve 3 kes bi tohmeta endamtiya YPGê li Mêrsînê hatin girtin

08 July 2020 10:33 0 dîtin
Ji aliyê Tirkiyê ve 3 kes bi tohmeta endamtiya YPGê li Mêrsînê hatin girtin

PeyamaKurd - Ji aliyê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê, li bajarê Bakurê Kurdistanê Mêrsînê bi tohmeta hebûna peywendiya li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 5 kes hatin binçavkirin û biryara girtinê bo 3 kesan hat dayîn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, li bajarê Mêrsînê, Hêzên Ewlekariya Tirkiyê operasyonek li dar xist û 5 kes bi tohmeta peywendiya li gel YPGê girtin. Hatiye îddîakirin ku kesên hatin girtin beşdarî çalakiyên şervanan ên li Rojavayê Kurdistanê bûne.

Herwiha ew 5 kes ji bo dadgeha Mêrsînê hatine şandin, 3 kes ji wan hatine zindankirin û 2 kesên din jî bi merc hatine berdan.

Li gorî zaniyariyên tîmên ewlekariya Tirkiyê, kesên hatine girtin, welatiyên Sûriyê ne û hatine û çûne Tirkiyê.

Di derbarê vê de, heta niha YPGê ti daxuyanî nedaye