Erdogan: Em dixwazin YE danûstandinên endamtiya Tirkiyê zindî bike
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan got ku ew ji Yekîtiya Ewropayê dixwazin, danûstandinên endamtiya Tirkiyeyê di demeke nêz de bên zindîkirin.
Erdogan bi awayekî online beşdarî Lutkeya YE ya Ewlekariyê bû û axaftinek kir. Erdogan destnîşan kir ku ew ji roja yekem ve wan hewl daye ku şerê Ukraynayê bi rêya diyalogê bi dawî bikin, loma jî her tim wan piştgirî daye yekîtiya axa Ukraynayê û serxwebûna wê û niha jî girîngiya çêkirina bingeheke dîplomatîk ji bo aştiyeke dadmend û mayînde dibînin.
Erdogan got: "Em piştgirîya wê fikrê dikin ku divê di zûtirîn demê de agirbestek pêk were û êrîşên li hewayê û deryayê wek tedbîrek ji bo zêdekirina baweriyê di navbera aliyan de bêne rawestandin."
Erdogan herwiha da zanîn, ewlekariya Ewropayê ne tenê meseleya welatên endamên YEyê ye, lê belê têkildarî hemû hevalbendên Ewropayê ye û diyar kir ku pêwîst e hemû gavên li ser ewlekariya Ewropayê bi Tirkiyeyê re bêne plankirin û got ew di vê mijarê de amade ne bi teknolojiya pêşketî ya parastinê beşdariyê bikin.
Erdogan destnîşan kir, wek armanc ew dixwazin bibin endamê YEyê û hêvîdar in YE jî helwesteke stratejîk û dûrbîn bipejirîne û di demeke nêzîk de, danûstandinên endamtiya Tirkiyê zindî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin