Erdogan axifî: Daxwaza Tirkiyê endamtiya bi temamiye
Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan di rojnama Îtalî ya bi navê La Stampa de axifî û got ku daxwaza Tirkiyê endamtiya Awrûpayê ya bi temamiye.
Erdoğan xwest ku astengên pêşiya wan bên hilanîn û Tirkiye nebe alaveka navbera dijîtiya welatên Awrûpayê. Hevpeyvîna Erdoğan ket dema berya gera wî ya bo Îtalya û Vatîkanê. Erdoğan weha got:
“Tirkiye bo endamtiyê wezîfa xwe tîne cî lê ev kar bi tene nabe. Divê barê bikeve ser milê Awrûpayê ew jî bike. Berya her tiştî divê sozê xwe bigre. YA hem pêşî li me digre hem me weke asteng nişan dide. Ev ne heqiye. Hinek dewlet alternatîvên dinan bo me tînin. Ev nabe. Em endamtiya bi temamî dixwazin û divê em nebin qurbana dijberiyên hundirê YA yê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin