Di derbarê êrîsa bombebarana pasavanên Iraqê de, Tirkiyê daxuyanî belav kir
PeyamaKurd – Di derbarê êrîşa bombebarana pasavanên Iraqê, Wezareta Derve ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, ew amade ne li dijî gerîlayên PKKê hevkariyê li gel Iraqê bikin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser hewldanênên xwe yê li dijî PKKê û hêviyên xwe yê li ser vê mijarê çi ne ji Iraqê re weke daxuyaniyekê belav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin, berî her alî Iraq berpirsyar e li hemberî gerîlayên PKKê yên di nav axa xwe de tedbîrên pêwîst werbigre.
Li gor daxuyaniyê, ew bi salana Iraq ji bo PKKê bûye hêlîn û ji wê derê li dijî Tirkiyê êrişan pêk tîne û li ser serwerî, yek parçebûn û aramiya Iraqê jî gef e.
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Divê Iraq tedbîrên pêwîst li beramberî PKKê bigire. Di vê mijarê de em amade ne hevkariya Iraqê bikin. Lê eger Iraq li beramberî hebûna PKKê di nava axa xwe de deng neke, em dê ji bo ewlehiya sînorên xwe, li ku derê dibe bila bibe, tiştê pêwîst çi be, weke heta niha me kir em ê bikin. Em bangawaziya Iraqê dikin di vê çarçoveyê de gavên pêwîst bavêje û dest ji helwesta xwe ya dibe sedema ku rêxistinên terorîst ên herêmê jê cesaretê werdigre berd e.”
Balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyê, pêr Sêşemê 11ê Tebaxa 2020an piştî nîvro li devera Sîdekanê pasawanên sînor yên Iraqê li gel hejmarek gerîlayên PKKê kirin armanc, di encamê de 2 emîdên Kurd, di hêzên pasawanên Iraqê de, û fermandarekî PKKê can dan, herwiha du serbazên din jî birîndar bûn.
Bi gotina rayedaran Hêzên Pasavaniya sînor a Iraqê do Sêşemê 11ê Tebaxê saet 14.45 li navçeya Bradost Hêzên Zêrevanên Sînorî yên ser bi Hikûmeta Iraqê ve xwestiye bi gerîlayên PKKê re gotûbêj bikin, da ku ji wê deverê dûr bikevin, lê di dema civînê de, balafirên bê balafirvan ên Tirkiyê ew bombebaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin