HSDê, li ser êrîsa li Silêmaniyê daxuyanî da

21 September 2023 16:30 0 dîtin
HSDê, li ser êrîsa li Silêmaniyê daxuyanî da

PeyamaKurd- Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD), sersaxî ji malbatên endamên Yekîneya Dijî Terorê yên ku di êrîşa li ser balafirxaneya Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dane û ji YNKê re xwest.

Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ji ber êrîşa balafirên bêmirov ên di 18ê Îlonê de li balafirgeha navçeya Erbet a Silêmaniyê pêk hat, peyama sersaxiyê ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Yekîneya Dijî Terorê re şand.

Di peyama ku li ser navê Fermandariya Giştî ya HSDê hat şandin de sersaxî ji malbatên pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane û ji YNKê re hat xwestin de wiha hat gotin:

“Em ê her tim bi lehengên gelê xwe û saziyên xurt ên leşkerî û ewlekariyê yên ku dikarin wan biparêzin serbilind bin. Çarenûsa dijminan jî dê ji têkçûyînê wêdetir ne tiştek be.”