Minbic | Ji HSDê daxuyanî: Plangerên êrîsan hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Meclîsa Leşkî ya Minbicê (MSD) ku girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e ragihand ku terorîstên plangeriya êrîşan dikin hatin desteserkirin.
MSDê piştî êrîşa doh Çarşemê ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku terorîstên DAIŞê planên amadekariya êrîşên nû dikin û çekdarên rêxistina terorîst ên plangeriya êrîşan dikin hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya MSDê de hat gotin ku terorîstên li Minbicê êrîş kirine û bûne sedema kuştina 4 hemwelatiyên Amerîkî û bêhtirî 20 birîndar û kuştiyan, ferman ji îstixbarata Tirkiyê standine.
MSDê got, “Tîmên me yê dijeterorê şaneyeke ji 7 milîtanan pêk tê binçav kir. Ev endamên komên muxalîf ên beşdarî operasyonên Tirkiyê yên Rojhilatê Firatê bûne ne. Tirkiye piştevaniya wan dike û fermana xwe ji îstixbarata Tirkiyê distînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin