Rojava: HSDê li Minbicê 3 gund kontrol kir, 400 çekdaran çekên xwe danî

23 December 2024 16:30 0 dîtin
Rojava: HSDê li Minbicê 3 gund kontrol kir, 400 çekdaran çekên xwe danî

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan li Minbicê bi pêş ve çûne û 3 gund ji çekdarên bi ser Tirkiyê ve kontrol kirine.

HSDê diyar kir ku gundên Qeşle, El-Saiydiyen û El-Hac Seîd yên Minbicê ketine kontrola wan û hate gotin, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrîşa vê sibehê ya çekdarên nêzikî Tirkiyeyê ya li Bendava Tişrînê jî şikandine.

Herwiha HSDê daye xuyakirin, hêzên wan wesayîteke leşkerî ya çekdarên nêzîkî Tirkiyeyê li derdora pira Qereqozaqê teqandine.

Malpera Efrîn Postê ya bûyerên li Rojavayê Kurdistanê dişopîne jî daye zanîn, 400 çekdarên girêdayî komên weke Emşat, Hemzat û Sultan Mûrad li Minbicê biryar dan çekan deynin û vegerin malên xwe.

Heman çavkaniyê daye zanîn, ew çekdar bi kordîneya Heyet Tehrîr Şamê vegeriyane malên xwe yên li parêzgehên Humis û Hemayê.

Çavkaniyên xwecihî jî diyar kirine ku wan çekdaran piştî şerê giran yê 13 rojan li bendava Tişrînê ku li dijî HSDê nekarîne pêşve biçin ew biryar dane.