Artêsa Tirkiyê gundekî rojavayê Minbicê kir armanc: Birîndar hene
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê gundekî rojavayê Minbicê kir armanc û di encama wê êrîşê de, 3 zarok bi giranî birîndar bûn.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, do di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Tehne yê dikeve rojavayê Minbicê de, 3 zarok ji malbatekê bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneya Berkal a li bajarê Minbicê hatin veguhastin.
Hat ragihandin, di çend rojên dawîn de li gelek eniyên rojhilat û rojavayê Minbicê yên di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê de, şer û pevçûn derdikevin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn, do danê sibê komên çekdar êrîşî gundê El-Bugaz li rojavayê Minbicê kir û piştî pevçûnên dijwar, Encûmena Leşkerî ya Minbicê ew êrîşî şikand.
Herwiha Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê du otombîlên komên êrîşkar armanc kirin û di encama teqandina wan de, 8 çekdar hatin kuştin, 13 çekdar birîndar bûn û 3 birîndar wek dîl hatin girtin.
Herî dawî hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundê Ereb Hesen ê li rojhilatê Minbicê droneke artêşa Tirkiyê xist xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin