Karwaneke leskerî ya Artêsa Tirkiyê derbasî Minbicê bû
PeyamaKurd – Karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê di deriyê sînorî yê El-Raî re derbasî gundewarê bakurê rojhilatê Helebê li nêzîk Minbicê bû.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, karwana leşkerî ji wesayitên giran, wesayitên zirxî û kelûpelên cuda pêk tê û li xalên artêşa Tirkiyê yên li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundewarê bakurê rojhilatê Helebê bicih bûn.
Herwiha hat ragihandin, Artêşa Tirkiyê derdora gundên Dêr Cemal, Kefr, Til Rifat, Soxanekê, Bênê, Kefer Anton û Maranaz ên di navbera Efrîn, Ezaz û Til Rifetê de bi dehan top û mûşekan topbaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova eşkere kir, di encama topbarana artêşa Tirkiyê li derdora gundê Ereb Hesen li gundewarê bakurê Minbicê 2 welatî hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku karwaneke mezin a ji dehan wesayîtan pêk dihat, gihîşt mihwerê gundê El-Erîma ya gundewarê Minbicê û li nêzî xalên pêwendiya bi komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi cih bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin