Artêsa Tirkiyê karwaneke nû ya leskerî derbasî Idlibê kir

08 April 2022 19:53 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê karwaneke nû ya leskerî derbasî Idlibê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandina ku artêşa Tirkiyê sewqîyateke nû  ya leşkerî ya ji 41 wesayîtan pêk dihat derbasî parêzgeha Idlib a Sûriyê kir.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) artêşa Tirkiyê îro 8ê Nîsanê 41 wesayitên leşkerî derbasî Idlibê kir ku ji tank, panzêrên leşkeran vediguhêzin û barhilgirên moşekan pêk dihatin.

Hat diyarkirin ku sewqiyat gihîştiye baregeha artêşa Tirk a kampa Mestûme ya li başûrê Idlibê û tê çaverêkirin li binkeyên başûr û rojhilatê Idlibê werin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, artêşa Tirkiyê piştî valakirina hin xalên rejîma Sûriyê hêzên nû vediguhêze wan herêmên eniyên şer û xetên paş.

Li gorî çavkaniyan çend roj berê jî Tirkiyê hêzên xwe şandibûn deverên Ehsem û derdora rêya M4 ên herêma rojhilatê parêzgeha Idlibê.