Artêsa Tirk karwaneke din a leskerî derbasî Sûriyê kir
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê karwaneke din a leşkerî ku ji 30 wesayîtan pêk dihat, derbas nav erda Sûriyê kir.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva borî 30 wesayîtên din yên alavên leşkerî û lojistîk barkirî bûn, ber bi xalên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên Idlibê ve çûn.
SOHRê herwiha diyar kir ku bi vê karwana dawî re ji meha Sibatê heta niha hejmara maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê ku derbasî Sûriyê bûne gihîştiye 10 hezar û 805an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin