SOHR: Tirkiyê karwaneke leskerî ya 50 wesayîtan derbasî Idlibê kir

30 October 2020 21:08 0 dîtin
SOHR: Tirkiyê karwaneke leskerî ya 50 wesayîtan derbasî Idlibê kir

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê li demeke ku hin xalên xwe yên leşkerî li dorûbera Idlibê vala dike, karwaneke din a leşkerî şandiye Idlibê. 

Li gorî ragihandina SOHRê doh artêşa Tirk 50 wesayîtên leşkerî ku alavên leşkerî û lojistîk di wan de bûn, bi ser deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Li gorî amarên SOHRê berhev kirine, ji destpêka agirbesta Idlibê ya navbera herdu serokên Rûsya û Tirkiyê Putin-Erdogan heta niha Tirkiyê 7 hezar û 375 wesayîtên leşkerî derbasî Idlibê kirine.

Herwiha artêşa Tirk zêdetirî 12 hezar leşker jî li Idlib û gundewarê Helebê bi cih kirine.